Li kampa koçberên Girê Spî şehîd Zîlan hate bibîranîn

Ji bo bîranîna şehîd Zîlan, Komîteya Jinan bi hevkariya Kongra Star li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangeheke şêwekariyê li dar xist.

Bi boneya bîranîna şehîd Zîlan, li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangehek hate lidarxistin.

Di pêşangehê de berhemên jinên koçber mîna destkarî, cilên zarok û jinan, tabloyên hunerî, dîbekê qehwê, destar, tej û hwd hatin pêşandan..

Di pêşangehê de jina binavê Foza Mihemed axivî û got:

“Em bi destan cil û pêlîstokan ji zarokên xwe re çêdikin û em wan fêrî berxwedanê dikin.”

Em wan fêrî redkirina çewisandina nasnameya çandî û şaristaniyê dikin.

Ji lewre em şehîd Zîlan û tevahî şehîdên di oxira azadiya welatê xwe de têkoşiyane, bi bîr tînin.”

Back to top button