Bazên Metropolan li Amedê li dijî navenda polîsên Tirk çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat a Bazên Metropolan li Amedê li dijî navenda polîstên dewleta Tirk çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat a Bazên Metropolan ragihand ku 3’ê Îlonê li dijî 2 polîsên li pêşiya Navenda Polîsan a Halîl Îbrahîm Kartoglû ya li Amedê bi bombeyên destan çalakî lidar xistiye.

Hate ragihandin ku di çalakiyê de hejmara kuştiyan eşkere nebû, lê belê ambûlans sewqî cihê çalakiyê hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ev çalakî ji bo bîranîna şehîd Hakan Arslan hate lidarxistin ku hestiyên wî di hundirê kîsekî de radestî bavê wî hate kirin,.

Bila dewleta Tirk a faşîst bizane hesabê her bêrêziyekî li dijî cenazeyên me wê ji wan were pirsîn.”

Back to top button