Piştî alozî û nakokiyên navxweyî yên Partiya Muhafezekar ya Îngilistanê, seroka partiyê hate hilbijartin.
Piştî dengdana endamên partiyê hate eşkerekirin ku Liz Truss hatiye hilbijartin.
Truss ya ji bo serokatiye hati hilbijartin di heman demê de dibe serokwezîrê nû ya welat.
Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê îro eşkere bû.
Pêvajoya ku endamên Partiya Muhafezekar ya ji sedî 1’ê nifûsa welêt pêk tînin, ji bo hilbijartina serokên partiyê yên nû li şûna Boris Johnson ê îstifakirî deng dan û seroka xwe diyar kirin.
Serokê “Komîteya 1922” Sir Graham Brady, encama dengdanê li Navenda Konferansê ya Qralîçe Elizabeth II ya paytext Londonê eşkere kir.
Li gorî vê yekê, di dengdanê de Lîz Truss 81 hezar û 326 deng, hevrikê wê Rişî Sunak jî bi 60 hezar û 399 dengan girtine.
Bi vî awayî Truss ku di pêşbirka serokatiya Partiya Muhafezekar a desthilatdar de bi ser ket, bû serokwezîrê nû yê welêt jî.
Truss ku zewicî ye û du zarokên wî hene, piştî Margaret Thatcher û Theresa May bû “Serokwezîra jin a 3yemîn” a Brîtanyayê.
Truss wê sibe karê avakirina hikûmetê dewir bigre.
Kesên ku di 3’ê Tîrmeha 2022’an berî wê beşdarî partiyê bûne heta 2’ê Îlonê karîn dengê xwe bi kaxez yan rêya nameyan bidin.
Nayê zanîn ka çend endamên partiyê hene.
Ji ber ku partiyên li Brîtanyayê ne mecbûr in ku hejmara endaman eşkere bikin.
Di hilbijartinên serokatiya 2019 de, 160,000 kes deng dane.
Partiya Muhafezekar dibêje ku hejmara endamên wê ji wê demê ve zêde bûye.
Dema ku serokwezîrek îstifa xwe ragihîne, ev nayê wateya hilbijartina giştî.
Hilbijartina giştî ya li Brîtanyayê divê herî dereng ji Çile 2025 were kirin.
Lê dibe ku serokwezîrê nû berî vê dîrokê biryara hilbijartinê bide.
Hîna jî Boris Johnson xwediyê heman hêza serokwezîrtiyê ya li welate.
Lê di pratîkê de rayeya avêtina gavên radîkal ên siyasî tune ye.



