ENAG: Enflasyona salane ji sedî 181’ê derbas kir

Di demekî ku li Tirkiye belgeyên diziya rêveberên rejîma AKP’ê û endamên wê derdikevin de, asta hejariya li welat jî diyar dibe.
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê ragihand ku di Tebaxê de enflasyona salane ji sedî 181’ê derbas kiriye.

Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ku ji ekonomîst û akademîsyenan pêk tê, diyar kir ku meha Tebaxê enflasyona salane li gorî mehek berê zêdetir bû.

Li gorî vê yekê Endeksa Buhayê Serfkaran (E-TUFE) meha Tebaxê ji sedî 5.86 zêde bû.

E-TUFE di nava 12 mehan de ji sedî 181.37 zêde bû.

Ji destpêka sala 2022’an û vir ve ji sedî 91.62 zêde bû.

Her çiqasî saziyên dewletê yên bi fermana şefê rejîma Tirkiye Erdogan tevger dike û daneyan kêm nîşan dide jî lê saziyên serbixwe asta krîza aborî radixin ber çavan.

Mixalefeta li Tirkiye jî di her fersendê de ji nava gel vê rewşê tîne ziman.

Back to top button