SERKÎS EBÛ ZEYID: TIRKIYE KOMÊN TUNDREW WEKÎ ALAVEKÎ BI KAR TÎNE

Derbarê gefên dewleta tirk yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û hewldanên wê yên avakirina herêmeke “ewle”, nivîskar û siyasetmedarê Lubnanê Serkîs Ebû Zeyid axivî.
Ebû Zeyid got:
Tirkiye piştgiriya xwe ya bi komên tundraw re didomîne da ku wan wekî alavekî li dijî QSD’ê bi kar bîne.

Nivîskar û siyasetmedarê Lubnanî Serkîs Ebû Zeyid derbarê gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û hewldanên wê yên avakirina herêmeke “ewle” li herêmê ji ajansa ANHAyê re axivî.

Serkîs Ebû Zeyid di destpêka axftina xwe de diyar kir ku, gefên Erdogan nameyên bi nakok in û stratejiyên wê yên diyar hene û wiha got:

Tirkiye di mijara Sûriyê de di navbera Emerîka û Rûsiyê de dudilî maye.

Dibe ku herêma Idlibê radestî Rûsya bike.

Lê dibe asta gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî bilind bike da ku hebûna her hêzeke Kurdî li herêmê têk bibe.

SERKÎS EBÛ ZEYID:
NABE KEDA QSD’Ê DI TUNEKIRINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DE WERE WINDAKIRIN

Ebû Zeyid destnîşan kir ku Tirkiyê hebûna hêzên Kurdan ji bo xwe wekî xeteriyekê dibîne û wiha wiha anî ziman:

Dewleta tirk ji aliyekî ji hebûna hêzên Kurd ên li herêmê ditirse û ji aliyekî din ve hewl dide Rûsya û Îran razî bike.

Dibe ku di demên pêş de Tirkiye ji hin herêman vekişe û radestî hêzên Rejîmê bike.

Serkîs diyar kir ku nabe keda Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di tinekirina DAIŞ’ê de were windakirin û wiha bi dawî bû:

SERKÎS EBÛ ZEYID:
TIRKIYE HEVALBENDA SEREKE YA RÊXISTINÊN ÎSLAMÎK YÊN RADÎKAL E

Tirkiye piştgiriya xwe ya bi komên tundraw re didomîne da ku wan wekî alavekê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê bi kar bîne.

Dewleta tirk hevalbendê sereke yê rêxistinên îslamî yên radîkal e.

Nivîskar û siyasetmedarê Lubnanê Serkîs Ebû Zeyid di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku dibe di demên pêş de şer rû bide. Ji ber ku Tirkiye ji rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk di herêmê de ditirse.

 

Leave a Reply

Back to top button