Li hemû herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, rewşa tevlihevî û bêewlehiyê heye, nexasim ku rojane teqîn lê rû didin.
Îro li nêzî dibistana El-Muhedese ya bakurê bajarê Babê ku ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, teqînekê rû da.
Li gorî agahiyên destpêkê ku çavkaniyên herêmî ragihandine,teqînê erebeya serçeteyê Feyleq El-Şam kir hedef û di encamê de serçeteyê bi navê Ebû Ebdo El-Ensarî hate kuştin. Her wiha 3 kesên bi wî re jî birîndar bûn.
Heta niha tu aliyan berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.
Tê zanîn di 29`ê Tîrmehê de şêniyên Babê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daketibûn qadan.