Rêveberiya Xweser: Li ber çavên cîhanê dewleta Tirk qanûnên navdewletî binpê dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber çavên cîhanê binpêkirin û êrîşên xwe li dijî herêmê dewam dike û banga rawestandina van binpêkirinan kir.

Têkildarî rewşa dawî ya herêmê û êrîşên dewleta Tirk û binpêkirinên wê li herêmê gerînendeya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser daxuyaniyke da.

Rêveberiyê Di daxuyaniya de diyar kir ku li ber çavên cîhanê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş û binpêkirinên qanûnên navdewletî li dijî herêmên Bakur û Rojhialtê Sûrî pêk tîne.

Rêveberiyê dubarê bang li sazî û rêxistinên mirovî kir ku di serî de guhertina demografîk, binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestîne.

RÊVEBERIYA XWESER SPASIYA PÊNGAVA ”WE STAND WITH THE KURDS” KIR

Her wiha Rêveberiyê spasiya pêngava piştgirya doza kurdî ya bi navê ”We Stand With The Kurds” ku vê dawiyê dest pê kiriye jî kir.

Rêveberiya Xweser bang li hemû rewşenbîr, Ekademisyen , rojnamevan û hemû pêkhateyên civakê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bi erka xwe ya exlaqî rabin û li her derê dengê xwe bilind bikin.

Leave a Reply

Back to top button