Li Tirkiyê di rojekê de 7 jin hatin kuştin

Medyayên Tirkiyê duh ragihandin ku li Tirkiyê di rojekê de 7 jin hatin kuştin.

Ev cînayetên li Îzmîr, Bûrsa, Sakarya, Erzirom, Denîzlî û Stenbolê pêk hatin.

Her 7 jinên hatine kuştin ji aliyê hevjînên xwe û hin jî ji aliyên mêrên ku berê bi wan re zewicîbûn.

Jinên ku temenê wan di navbera 32 û 49’an de ye, bi guleyan an jî bi kêran hatin kuştin.

3 kujeran xwe piştî bûyerê xwe kuştin, 2 ji wan hatin girtin, yekî din jî di girtîgehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Jinek jî bi giranî birindar bû.

Di sala 2023’an de rêxistina mafên jinan a “Em ê Qirkirina Jinan Rawestînin” 315 kuştinên jinan tomar kir, ji sedî 65ê wan li malên xwe hatin kuştin.

Di sala 2021’an de Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya, bi vekşînê tundî û kuştinên jinan ketin astên herî jor.

Back to top button