Li Edene û Mêrdîn ê banga beşdarbûna çalakiyên 8’ê Adarê hat kirin

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran starta bernameyên 8’ê Adarê hate dayîn.
Jinan li Edeneyê û Mêrdînê banga di 8’ê Adarê de li qadan bigihêjin hev li hemû jinan kirin.

TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kaya xwend daxuyanî da.

Hêlîn anî ziman ku jin li dijî pergala serwer a mêr li kolanan, li qadan li ber xwe didin û wiha dewam kir:

“Em di 8’ê Adarê de dîsa li qadan in. Em li Cîhanê li Rojhilata Navîn li Kurdistanê 8’ê Adareke din di bin siya şer, krîza aboriyê, komkujiyên jinan û ekolojiyê û newekheviyê û berxwedan û têkoşîna li dijî polîtîkayên mersalariyê tên dayîn pêşwazî dikin.”

Jinan piştî daxuyaniyê bi belavokên belav kirin hem ji bo DEM Partiyê deng xwestin hem jî di çarçoveya 8’ê Adarê de bang li jinan kirin ku dakevin qadan.

Li Mêrdînê jî starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyekê hate dayîn.

Jinan di daxuyaniyê de dirûşmeya “Bi jin jiyan azadî re ber bi 8’ê Adarê ve” berz kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi hêza em ji jinên pêşeng ên weke Roza, Sara, Evîn, Zelalan digirin em ê di 8’ê Adarê de li qadan, li kolanan, li meydanan bin.

Ji îro heta 8’ê Adarê dê dengê jinan li her derê were bihîstin.

Îro dê dengê jinên Kobanê bigihe Îranê, ji Îranê bigihe Stenbolê, Mêrdînê, Êlihê ji wir bigihe Ewropayê.

Ev dengê li her derê cîhanê bilind dibe dê ji bo têkoşîn û doza jinan bilind bibe.

Ev deng dengê Nagîhan Akarselê ye. Ev dengê li her derê bilind dibe dê li dijî tecrîdê bibe dengek.”

Jinên li Mêrsînê: Em ê di 8’ê Adarê de li kolanan bin

Jinên ku li Mêrsînê amadehiyên xwe yên 8’ê Adarê dikin têkildarî têkoşîna jinan axivîn.

Endama Lijneya Rêveberiya Malên Ge Tarsûsê Çîgdem Serîn destnîşan kir ku jinên li bajêr têkoşînê didin meşandin û wiha anî ziman:

“Mêr û dewlet dixwazein jinan bêdeng bikin lê jin tevî hemû zext û qedexeyan li qadan bûn û dê li qadan bin.

Em ê bi serhildana xwe re di 8’ê Adarê de li kolanan bin. Em hemû jinan jî vedixwînin kolanan.”

Endama Lijneya Rêveber a Odeye Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Birsel Tûtûş jî da zanîn ku ew ji bo mafên xwe biparêzin têdikoşin.

TAJÊ bi boneya 8’ê Adarê ji bo jinên Efxan nameyek şand

Back to top button