Hêzên Asayîşê 2 ji kesên ku tundî li her du xwişkan kirine girtin

Navenda Ragihandina Giştî ya Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand hêzên wan du kes ji wan kesên ku tundî li dijî her du jinên li Til Semanê kiribûn, girtin.

Navenda Ragihandina Giştî derbarê vîdyoya ku li ser malperên civakî belav bûbû ku tê de du jin ji aliyê çend kesan ve rastî êşkenceyê tên daxuyaniyek da.

Navendê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Piştî Vîdyoyên ku li ser medyaya civakî belav bûn ku tê de dihat dîtin çend kes li gundê Til El Seman bi şêwazên tundî şidetê li ser du jinan dikin, hêzên me dest bi lêkolîna bûyerê kirin.

Li gorî wê duh sêşemê 2 kesên ku cihê xwe di bûyera tundiyê de girtibûn ji aliyê hêzên me ve hatin girtin.”

Navendê diyar kir ku xebatên şopandina wan ji bo girtina her du kesên din jî dewam dike û got:

“Her du kesên girtî, apên her du jinan in û li gorî lêpirsînên me her duyên din jî kurên apê wan in.”

Di dawiya daxuyaniyê de hêzên Asayîşê soza domandina kar û xebatê xwe heta bidawîkirina tundiyê da û wiha anî ziman:

“Em teqez dikin ku ji bo parastina ewlekarî û aramiya giştî karê xwe bidomînin û em ê sûcdaran hesab bikin û wan derxînin pêşberî edaletê.

Koordînasyona Jinan a Tebqayê êrişa li dijî her dû xwîşkan şermezar kir

Back to top button