Ji bo nexşerêya çareseriya aloziya Sûrî, sibe li bajarê Kobanê wê danustandina 3. a Sûrî-Sûrî wê pêk were.
Danustandin ji aliyê Meclisa Sûrya Demokrakît MSD’ê ve li ewywana Newroz a bajarê Kobanê bê lidarxistin.
Danustandin wê 2 rojan bidome.
Ji hundirê Sûriyê dê kesayetên siyasî, serbixwe, çalakvanên mafên mirovan, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amade bin.
Tê payîn ji derveyî Sûrî jî kesayet û şande beşdar bibin.
Cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a MSD`ê Nûjin Yûsiv axivî û da zanîn ku,
Ev diyalog di demekê de ku çeteyên DAIŞ`ê têk çûn û li Baxozê bi dawî bûn, dê xwedî girîngiyeke dîrokî ya mezin be.
Di diyalogê de dê destûr û rêgezên destûra Sûriyê ya esas û nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê, werin nîqaşkirin.