QSD: 4 şervanên QSD’ê û hêjmarek şervanên meclisa leşkerî ya Suryan şehîd bûn

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja ragihandina agirbestê heta niha, bê navber êrîşên xwe li herêmên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê didomîne.
QSD’ê destnîşan kir ku ji ber ew li gorî şertên agirbestê tev digerin, dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe zêdetir kirine.
QSD’ê diyar kir di encama êrîşan de tevî şevanên QSD’ê û yên Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî, ajokarekî ambulansê jî şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên êrîş û binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê yên di 24 saetên dawiyê de bi daxuyaniyekê eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

Li êniya Til Temir û Zirganê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîş birin ser gundên Ing el-Hewa, Ebûş û Ûm Şeîfa yên ku di bin parastina Meclîsa Leşkerî ya Suryanî de bûn.

Her weha li bakûrê Til Temirê jî li ser herêmên Asûrî êrîşên xwe zêde kirin û hewl dan ku herêmên li derveyî sînorên agirbestê ne dagir bikin.

Ji ber van êrîşan hêjmarek şêniyên Asurî yên herêmê neçar man ku ji cih û warên xwe koç bikin.

Her weha artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkirinê, dîsa bi tang, top û balafiran êrîşî gundên Ezîzîyê, Dawûdiyê, Erbeîn û Til Lebenê kir.

Balafirên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker êrîş bir ser ambûlanseke ku dixwest brîndaran ji herêmê derxe.

Di êrîşê de ambûlans şewitî û ajokarê wê şehîd bû.

Ji aliyê din ve artêşa Tirk a dagirker li gelek herêmên sîvîl mayînan diçîne da ku xelkê herêmê nikaribin vegerin cîhê xwe.Li êniya Eyn Îsa jî artêşa dagirker û komên çete bi tang, obus û balafirên bê mirov êrîş birin li ser gundên Mesûdiyê, Kefîfê û Xirbit Beqere û hewl dan van herêman dagir bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di encama van êrîşan de 4 şervanên QSD şehîd bûne û 14 şervan jî birîndar bûne.

Her weha QSD’ê diyar kir ku ji şervanên Meclîsa Leşkerî a Suryanî jî şehîd hene, lê belê hîn hêjmar zelal nebûye.

Leave a Reply

Back to top button