Gulîstan Kilinç: Doza girtina HDP’ê nîşaneya astengkirina demokrasiyê ye

Parlamentera DHP’ê ya Mûşê û Endama Dîplomasiya Komîsyona Jinê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku doza girtina HDP’ê ne tenê mijara HDP’ê ye û nîşan dide ku li vî welatî demokrasî û destûra bingehîn hatine astengkirin. Li Almanyayê jî, 71 parlamenter deklarasyoneke hevpar weşand û piştgiriya xwe bi HDP’ê re ragihand. 

Li Tirkiyê zext û êrîşên li dijî HDP’ê bênavber hene û herî dawî
li dijî 29 endamên HDP û DBP’ê doz hate vekirin.

Ev doz bi îdîaya “li dijî qanûnê rêxistina civîn û meşan, rêvebirin û tevlîbûna wê” hatiye vekirin.

Derbarê mijarê, parlamentera DHP’ê ya Mûşê û Endama Dîplomasiya Komîsyona Jinê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku doza girtina HDP’ê dide xuyakirin ku li Tirkiyê demokrasî û destûra bingehîn hatine astengkirin.

Li gorî parlamentera DHP’ê, girtina HDP’ê meseleya demokrasî, wekhevî û azadiyê ye û hemû idianameyên ku hatine amadekirin, operasyona tasfiyekirina HDP’ê ya ji siyasetê ye.

Gulîstan da zanîn ku welatên Ewropa siyaseta durûtiyê dimeşînin û tawîzên cidî didin Tirkiyê.

Têkildarî piştevaniya jinên cîhanê ya der barê peymana Stenbolê jî, endama Dîplomasiya ev yek got:

Ji bo peyman neyê feshkirin, her tim bi me re di têkiliyê de bûn û ev piştevanî bi nirx bû.

Ji ber vê yekê, divê em di têkoşîna jinan de bên gel hev û tifaqa mêr têk bibin.

71 parlamenterên Meclisa Hambûrg a Almanya piştgirî dan HDP’ê

Ji ber van zextên berdewam ê hikumeta faşîst, li aliyên din ê cîhanê şermezarkirin heye, lê welatên wan her bêdeng in..

Li Almanyayê, 71 parlamenterên Meclisa Eyaletê ya Hambûrgê bi reya deklarasyoneke hevpar piştgiriya xwe bo HDP’ê ragihandin.

Ev deklarasyoneke bi pêşengtiya Koma Meclisê ya Partiya Keskan, Koma Meclisê ya Partiya Çep û Koma Meclisê ya SPD’ê hat amedekirin û tê de ev yek hat gotin:

Em doza girtinê ya ku Tirkiyê li dijî HDP’ê hatiye destpêkirin, bi tundî şermezar dikin.

Em dixwazin ku ev doz, bê betalkirin û yên ku bi sedemên siyasî hatine girtin, hemû bên berdan.

Parlamenteran her wiha destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin tevgerên jinan ên li Tirkiyê û teqez kir ku divê Tirkiye li Peymana Stenbolê vegere û wê bi xurtî bi cih bîne ji ber ku vekişîna ji vê peymanê tê wateya nenaskirina biryara parlamentê.

Partiya Çepgir a Luksembûrgê li dijî giritina HDP’ê bang li Yekîtiya Ewropayê kir

Partiya Çepgir a Luksembûrgê jî bi daxuyaniyeke niviskî hewldana girtina HDP’ê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.

Partiya Çepgir bal kişande ser êrîşên ku van salên dawî li ser Kurd HDP’ê zêde bûne kir û ev gav şermezar kirin.

Partiyê diyar kir rêbazên zextê yên dewleta Tirk bi rêgezên hiquqî re li hev nayên û ji ber vê ti giringiya pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê nîne.

Partiya Çepgir her wiha bang li YE’yê kir ku li nirx û rêgezên xwe xwedî derkeve û dengê xwe li hikûmeta Tirk bikin û nehêlin ku HDP were girtin.

Back to top button