Li bajarê Efrîn ê dagirkirî, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk bi hev ketin. Tê gotin ku kuştî û birîndarên sivîl hene.
Li gorî ajansa ANHA’ê, vê êvarê di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiyê û çeteyên Sultan Murat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de li taxa Mehmûdiyê ya li hember Dibistana Sînaa li navenda kantona Efrînê ya dagirkirî, şer çêbû.
Di encama şer de, kuştî û gelek birîndarên sivîl hene û rakirin nexweşxaneyê.
Heta niha hejmara birîndaran û sedema şer nehatin zanîn.