Bi sedan Kurdên Libnanê Newroz pîroz kir

Kurdên li Libnanê duh cejna Newrozê bi beşdariyeke mezin pîroz kir.

Bi durişmeya “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin”, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star şahiya Newrozê li paytexta Libnan Beyrûtê li dar xist.

Di şahiyê de, parlementera Libnanî Pola Yaqûban axivî û cejna Newrozê di serî de li gelê Kurd û herêmê pîroz kir û diyar kir ku ti ferq û cudahî di navbera gelên herêmê de nîne.

Her wiha gelek peyamên pîrozbahiyê yên ji aliyên cuda ve hatibûn şandin jî hatin xwendin, ji wan jî partiya Şiyû’î ya Libnanî

Piştre ji aliyê fraksiyona Newroz û jînê ve daxuyanî hat dayîn.

Şahî ji aliyê hunermendên rojava û komên govendê ve bi dawî bû.

Back to top button