Malbatên Şehîdan: Kuştin ne edlî ye siyasî ye

Dozgeriya Parîsê Kujer Wîllîam bi sûcê “kuştina zanebûn û peydakirina çeka bêruxset” girt.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê û parêzerê malbatên Emîne Kara, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ên hatin şehîdxistin, Davîd Andîc bertek nîşanî sûcên ji bo kujer hatine diyarkirin, da û got: “Doz siyasî ye, ew qebûl nakin ku dadgeh komkujiyê di çarçoveya sûcên edlî de bigre dest.”

”Divê bi belgeyan nexweşiya kujerê komkujiyê were piştrastkirin

Her wiha Parêzer Beşdar Hesen derbarê îdiayên ku dibêjin kujerê komkujiya Parîsê nexweşiya derûnî pêre heye, ev nirxandin kir:

“Madem ev kes nexweşiya wî ya derûnî heye, çima ji nava tevayî Fransayê navenda Kurdan hedef girt.

Yan jî çima piştî ji girtîgehê derketibû nebiribûn nexweşxaneyekî derûnî.”

Beşdar Hesen diyar kir ku Hikûmeta Fransayê divê lêkolînek li ser vê bûyera terorîstî ya li Parîsê rû dayî bike.

Her wiha divê kesûkarên qurbaniyan wekalet bidin parêzerên dosyayê û wiha got:

”Parêzer divê bizanin ev tawanbar ji beriya were girtin qet serdana nexweşxaneya derûnî kiriye yan na.”

Back to top button