Rêxistina Sara: Emê heya dawî li mafê jinan xwedî derkevin

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, dozên tundî û kuştina jinan ji nêzîk ve dişopîne.
Berdevka rêxistinê Arzu Temo diyar kir ku ji dawiya meha Nîsanê heta destpêka meha Gulana îsal ve, li deverên cuda yên herêmê 3 jin hatine kuştin.

24’ê Nîsana borî, li Til Hemîsê jina bi navê Nûra Silêman Îbrahîm ji aliyê hevjînê xwe Wedah Ehmed Îbrahîm ve hat kuştin.

Li taxa başûr a navenda navçeya Eyn Îsayê cenazeyê Ala Mistefa Dahir 23 a dayika 2 zarokan e, kuştî li mala wê hat dîtin.

Di 14’ê Gulanê de li Dirbêsiyê jî jina bi navê Zubeyda Ebdulwehab kuştî li mala wê hat dîtin.

Arzû diyar kir ku kar û xebatê wan ji bo jinan berdewa me û ji bo ku edalet cihê xwe bibîne wê tekoş
în bikin.

Arzû Temo herî dawî bal kişand ser rola rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û teqezkir ku ewê heya dawî li jinan xwedî derkevin.

Back to top button