14 kes ji Kobanê bûn qurbaniyên penaberiyê

Gemiya ku pêr koçberên sûrî ji Cezayr dibir Spanyayê, û noqî avê bû 26 kes tê de fetisîn.
Ev yek jî ji aliyê Navenda Belgekirina Binpêkirinan ve hat eşekrekirin.
14 kes ji Kobanê ne , 3 kes ji Efrînê ne û zarokek jî nasnameya wê nahtiye eşkerekirin.

5 Hezîranê, gemiyek ku koçberên sûrî ji Cezayr dibir Spanyayê, noqî binê avê dibe.

Navenda Belgekirinê eşkere kir ku 26 kes li ser pişt wê gemiyê bûn.

18 kes sûrî bûn di nav wan zarok û jin û 8 kes jî welatiyên Cezayîrê bûn.

Ji nav 18 kesan 14 ji wan ji Kobanê ne û 3 ji Efrînê ne û zarokek jî nasnameya wê nahtiye eşkerekirin.

Navendê navên kesên ku noqî avê bûn jî eşkere kir.

Em gelek nûçeyên derbarê ciwanên ku li ser rêya koçbertiyê difetisîn û dimirin, me ji we re pêşkêş kirin.

Helbet ev koçber ji aliyê qaçaxçiyan ve dihatin xapandin.

Gemiyeke Sûriyan li peravên Cezayrê binav dibe

Back to top button