Gemiyek li peravên Cezayrê binav dibe û 22 koçberên sûrî windayî ne.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku metirsî li jiyana bi dehên kesan heye.
Navenda Belgekirinê eşkere kir ku duh 5 Hezîranê, gemiyek ku koçberên sûrî ji Cezayr dibir Spanyayê, noqî binê avê dibe.
Li gorî wê, 22 kes li ser pişt wê gemiyê bûn û tenê zarokek jê filitî ye.
Her wiha diyar kir ku duh bi şev hinek cenaze hatine dîtin, jin û zarok di nav wan de hene.
Navend belgekirinê dibêje ku agahiyên kêm têkildarî vê bûyerê dihêle ku tirs û nîgiranî li nava xizmên kesên windayî belav bibe.