Desteya Jîngehê plan û projeyên xwe eşkere kir

Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîn, komxebat, proje û plansaziyên xwe pêşkeş dike.
Têkîldarî mijarê hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Esed axivî û hin xalên plansaziyê parve kir.

Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya neteweya demokratîk wekî bingeha meşandina xebatên xwe digire.

Parastina ekolojiyê lingekî sereke yê projeya Neteweya Demokratîk e.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşniyara cudakirina Desteya Jîngehê ji Desteya Rêveberiyên Herêmî pejirand.

Bi vê yekê Desteya Jîngehê bû desteyeke serbixwe girêdayî Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Ziyanên ku gihaştine jîngeha herêmê

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Esed anî ziman ku ji sedan salan ve karekî ekolojîk li herêmê nehatiye kirin û ev tişt anî ziman:

“Di encama zîhniyeta netewedewletê de, kiryarên qirkirin û dizî têne kirin,

ji ber vê yekê em dibînin ku hişkesalî, birçîbûn û pirsgirêk di hevsengiya ekolojiyê de çêdibin.

Îbrahîm Esed destnîşan kir ku pêwîstî hebû ku Desteya Jîngehê xweser be

Û eleqe bi xebatên rêgirtina li ber talankirina xwezaya dewlemend û pirrengiya ekolojîk û civakî were dayîn.”

Plansaziya Desteya Jîngehê

Têkildarî plansaziya Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îbrahîm Esed wiha got:

“Em hewl didin di dema bê de li ser asta cîhanê konferansa parastina jîngehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bixin, da ku bibin nimûneya parastina jîngehê.

Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê girîngiya belavkirina çanda çandina daran û parastina paqijiya civakê û avakirina daristanan belav bike.

Ji bernameyên desteyê yên din, dê akademiyeke fikrî ya jîngehî were avakirin, dê kursên jîngehê derbasî minhacên xwendinê werin kirin.

Her wiha madeyên ku ziyanên digihîne jîngehê dê li çavan were girtin,

dîsa jî wê bi alîkariya ferdên civakê, rêxistin, partî û kesayetên girîngiyê didin jîngehê, komîteyên jîngehê di nava meclisan de werin avakirin.”

Ji Rojava Komxebata Kurdistanî ya jîngehê

Back to top button