Şoreş Xidir: Cezayê disiplînê biryarek siyasî ye, ne hiqûqî ye

Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo didome. Her çi qas timî daxwaza serdana malbat û parêzer çêbibin jî bi hincetên cuda ev yek pêk nayê.
Di dawî de diyar bu ku li dijî Rêber Apo 6 mehan cezayê disîplînê hatiye dayîn.
Ev biryar jî rastî nerazîbûn û şermezarkirina gelê Kurd û azadîxwaz tê.

Endamê Komîteya Azadiya Ocalan a Başûr Şoreş Xidir têkîldarî tecrîdê nêrînên xwe anî ziman û wiha got:

“Cezayê disîplînê bi temamî biryareke siyasî ye, ne hiqûqî ye. Em dibînin nêzîkatiya li vê dozê jî tê kirin, ne exlaqî ye.

Ev zêdetirî 2 sal in hem parêzer û hem jî malbat serlêdan dikin ji bo biçin Îmralî.

Em dibînin ev serlêdan hemû tên qedexekirin.

Ev hemû berovajî pîvanên demokrasî û mirovatiyê ye ku dewletên sermayedar û bi hêz, banga demokrasî û mafê mirov dike.”

Şoreş Xidir destnîşan kir ku divê li hemû Kurdistanê û derveyî welat zextê li ser CPT û Konseya Ewropa bikin da ku dawî li tecrîdê bê anîn û hevdîtin pêk werin.

Kovan Keno: Riya çareseriya aloziyan girêdayî diyaloga bi Rêber Apo re ye

Back to top button