Şaxa Îhd a Enqereyê têkildarî tecrîdê sempozyûmek li dar xist

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê bi sernavê “Ji duh heta îro siyaseta tecrîdê” sempozyûmek li dar xist.
Beşdarvanan diyar kirin tecrîd, êrişeke ji bo tunekirina taybetiyên mirovbûnê ye û dîroka tecrîdê vegotin.
Parêzerê Rêber Apo Ozgur Erol jî anî ziman ku her qonaxa pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi demê re di nava civakê de hatiye belavkirin.
Sempozyûm bi banga xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî bû.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi sernavê “Ji duh heta îro siyaseta tecrîdê” sempozyûmek li dar xist.

Sempozyum, li Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Şaredarî û Xizmetên Rêveberiyên Herêmî ya Tum hate lidarxistin.

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, endamên sendîkayê û xwendekarên zanîngehê tev li bûn.

Parêzer Kazim Bayraktar di sempozyûmê de axivî û got ku tecrîd, êrişeke ji bo tunekirina taybetiyên mirovbûnê ye û dîroka tecrîdê vegot.

Parêzerê Rêber Apo Ozgur Erol jî di sempozyûmê de axivî û operasyonên li Amedê hatin destpêkirin û hêj didomin bi bîr xist.

Parêzer Erol: Tecrîd pergaleke ku li tevahiya civakê belav dibe

Erol piştre bal kişande ser pergala Îmraliyê ku tu devera cîhanê minaka wê nîne û wiha got:

“Ji roja Îmrali hatiye avakirin heta niha, di nava 24 salan de bi ceribandinan û bi sepanan, şêweyeke birêvebirinê yê cihekî pêş xistin.

Tu carî li Îmraliyê rêgezên hiqûqa asayî nehatin bicihanîn.

Pergala ku bi salan berê li Îmraliyê hatiye avakirin, niha li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind di meriyetê de ye.

Tecrîd, pergaleke ku li tevahiya civakê tê belavkirin.”

Parêzer Erol: Saziyên navnetewî li hemberî tecrîdê qels bûne

Erol, da zanîn ku bi awayekî rêk û pêk raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) yên têkildarî Îmraliyê dişopîne û ev tiş anî ziman:

“NY, ji bo vê ye. Weke saziyên lîberal, mijar tenê ji bo parastina şexsekî girtine dest.

Lewma jî ev sazî êdî qels bûn.”

Parêzer Erol: Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e

Parêzer Erol di dawiyê de destnîşan kir, ya ku derdora tecrîdê diyar dike, ya ku dorê lê digire berxwedan e û got:

Berxwedan çiqasî mezin be, hewldana kûrkirina tecrîdê ya serdest jî ewqas zêdetir dibe.”

Parêzer Rengîn Ergul: Divê her kes li dijî tecrîdê têbikoşe

Piştre jî parêzer Rengîn Ergul axivî û anî ziman heta mirinê mayîna di girtîgehê de weke muebbeta giran hatiye bicihkirin

Ergul, anî ziman ku divê her kes li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan têbikoşe û got:

“Em ne di asta bêhêviyê de ne. Guherandina vê di destê me de ye.”

Back to top button