Şervanê QSD’ê Ednan El-Mirî li Tebqayê hat oxirkirin

Şervanê QSD’ê Ednan El-Mirî bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê, di nav de nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî cenazeyê şervanê QSD’ê Ednan El-Mirî li goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.

Ednan El-Mirî di 15’ê Tîrmehê de dema li ser erka xwe bû li navçeya Eyn Îsayê şehîd bû.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan nasnameya  şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de şehîd di nava sloganan de hate veşartin.

Back to top button