HDP’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi nêzbûna hilbijartinê re operasyonên siyasî zêde kir û got: “Li dijî vê derbeyê partiya me, pêkhateyên me û hêzên têkoşer ên li Tirkiyeyê, wê heta dawiyê li berxwe bidin.”
Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî operasyonên hilbijartinê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê dan.
HDP’ê got:
“Desthilatdariya AKP-MHP’ê piştevaniya gel û rewabûna civakî ji dest da û bi nêzbûna hilbijartinê re operasyonên siyasî zêde kirin.”
HDP’ê diyar kir ev pêlên destgîrkirinê, planek e ku li dijî îradeya hilbijêrên Tirkiyê hatiye kirin û wiha got:
“Ev êrîş operasyonên hilbijartinê yên Tirkiyê ne.
Li dijî vê derbeyê partiya me, pêkhateyên me û hêzên têkoşer ên li Tirkiyeyê wê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Me serî li ber derbeya qeyûman netewand û em ê îro jî serî li ber derbeya hilbijartinê netewînin.
Em xwedî hêz û biryardariyê ne ku van operasyonên derexlaqî yên desthilatdariyê û Wezîrê Karên Sûcan ku îrade û tercîha gel weke ‘derbe’ pênase dike, rawestînin.”
Partiya Demokratîk a Gelan HDP, li dijî êrişan bang li partiyên siyasî, muxalefet û raya giştî ya demokratîk kir û ev tişt anî ziman:
“Li ber vê kûmpasa hilbijartinê rawestin! Ev têkildarî me hemûyan e.
Ev operasyon, operasyona siyaseta kûmpasê, dizîna sindoqan û îradeya gel e.
Lewma divê her kes li dijî vê rejîma zext û zilmê rabe.”