Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê girtin, der barê êrişên li ser hermê de axivîn û gotin:” Armanca dewleta Tirk ji êrişan têkbirina şoreşa Rojava ye, wê dewleta Tirk û dijminê gelê kurd hesabê van êrişan bidin”.

Dewleta Tirk 19’ê Mijdarê de êrişek berfireh ya hewayî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin.

Di encama van êrişan de binesaziya herêmê tên hedefgirtin.

Rûken Ehmed: Armanca Tirkiyê hedefgirtina Şoreşa Rojava ye

Li dijî van êrişan Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Rûken Ehmed axivî.

Rûken Ehmed diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan êrişên hedefgirtina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Rûken da zanîn ku gelê wan ji roja êrîş pêk hatiye, ji Ewrûpa bigire, heta Rojavayê daketin qadan û helwesta xwe nîşan dan.

Rûken Ehmed anî ziman ku li ber çavên DYE û Rûsyayê qetlîam li Dêrîkê û êrişên li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Leyla Guven: Wê dewleta Tirk hesabê êrişan bidin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê girtin, têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyek şand.

Leyla Guven di nameya xwe ya bi sernavê “Dê hesabê bidin” de diyar kir ku qirkirina kurdan ji hêla hêzên emperyalîst ên dewam e û got: “Ji damezirandina komarê heta niha her cureyên êrişan pêk tînin.

Armanca desthilatdariyê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn alozî ji holê ranebe.

Dijminê Kurdan, AKP û nokerên wan ên herêmî dê ji bo hemû komkujî û talanên ku li erdnîgariya kurdan dikin hesabê bidin.”

Leyla Geven anî ziman ku di serî de AKP, hemû beşên dijminên Kurdan bila bizanin ku di demekî nêzîk de wê gelê kurd hemû mafên xwe yên hatine xespkirin bidest bixe û wiha anî ziman:

“Divê herkes bizane ku gelê me yê berxwedêr çawa li her çar parçeyê Kurdistanê bûne yek û li dijî çeteyên barbar ên DAIŞ’ê têkoşiyan wê bi axayên wan re jî têbikoşin.”

Back to top button