Gerîla ket nava artêşa Tirk û lê da

Gerîla derbeke giran li Artêşa Tirk da. Li Qada Berxwedanê ya Metînayê, Gerîla ketin nava leşkerên Artêşa Tirk. Bi navê Operasyona Tolhildana Şehîdên Girê Hekarî, çeperên wan yek li pey yekî rûxandin û pergala wan ji ber hev xistin. Rojnavevan Kawa Tolhildan radigan ku hejmareke mezin a leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di bin kîmiyabaran, balafir û çekên herî pêşketî yên dewleta Tirk de, Gerîlayên Kurdistanê operasyoneke bi bandor li dijî dagirkeriya Tirk pêk anî.

Gerîla ketin çeperên Artêşa Tirk û li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ya girêdayî Metînayê ji nêz ve li wan da.

Û navê “Operasyona Tolhildana Şehîdên Girê Hekarî” lê kirin

“Pergala artêşa Tirk ji ber hev ket”

Çeper bi çeper, yek li pey yekî bûne armanca derbên Gerîla..

Rojnamevan Kawa Tolhildan radighîne ku ji ber vê operasyona şoreşgerî, pergela Artêşa Tirk ji ber hev hatiye xistin.

“Hêjmarek mezin a leşkerên Tirk hat kuştin”

Li kêleka ku Hêzên Gerîla derbasî nava pergala Artêşa duyemîn a NATO’yê bûne, hejmareke mezin a leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin û çekên wan jî ketine destê gerlîayan.

Back to top button