Civîna çaralî sibe tê lidarxistin

Civîna çaralî ya di navbera Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyê de, sibe çarşemê li Moskowyê tê lidarxistin.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand, ji bo beşdariya civînê, wezîrê derve Mevlûd Çavişoglû sibe çarşemê berê xwe dide Moskowyê.

Li gorî wezaretê, di civînê de wê mijara asakirina têkiliyên dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re, werin nîqaşkirin.

25’ê Nîsana borî, wezîrên parastinê yên her çar welatan li Moskowyê civîyabûn.

Civîna çaralî dê despêka meha Gûlanê de pêkbê

Back to top button