Nazik El Abid…Pêşenga rizgariya jinê Sûriyê bû

Jina şoreşger, Siyasetmedar û Nivîskar Nazik El-abid di şerê Meyselûnê de, roleke girîng lîst û li dijî artêşa Fransî şer kir. Nazik ku weke stêrka Meyselûna tê naskirin, gelek kar û xebatên wê di hemû waran de hebûn. Wê destpêkê sînorên malbat û civakê li ser jinên ciwan, hemû bendên li pêşiya xwe derbas kir piştre xwe gihand asoyên berfireh.

Di her serkeftinekê pêşengên wê hene.

Nazik El-abid pêşenga rizgarkirina jinên Sûrî û Stêrka şerê Meyselûnê bû.

Li Sûriyê, Jina yekemîn ku pêşengtiya azadya jinê kir û derî li pêşiya jinan vekir.

Di 1887’an de Nazik çavê xwe li jiyanê vekir û ji malbateke siyasetmendar bû.

Nazik li dibistanê Şamê û Mûsilê xwend, li ser destê mamosteyan fêrî zimanê Elmanî û Ferensî bû.

Beşdarî dibistana Ferdos ya Amerîkî a li Ezmîrê bû, fêrî wênekêşî û wênesaziyê bû.

Nazik El-Abid…Li dijî artêşa Frensî, beşdarî şerê Meyselûnê bû

Nazik Roleke mezin di avakirina komeleya jinê de lîst û li dijî dagirkeriya Frensî beşdarî şoreşa Meyselûnê bû.

Nazik El-abid Fermandara jinên leşker bû, di heman demê de, nivîskar û siyasetmendara civakî bû.

Nazik El-abid tevlî avakirina Heyva Sor ya Sûrî bû û sala 1920’an bû seroka komeleya Stêrka Sor.

Di 1’ê Sibata 1920’an de kovara “Nour Feyhaa” ava kir.

Nûr Feyha ew jî kovareke Edebî û civakî ye, ermanca wê jê ew e, çêkirina saziyek jina li bajarê şamê, dibistan û pirtûkxaneyek zarokên şehîdan bû.

Di vê demê de di navbera 1920’an û 1922’an artêşa Frensî biryareke derxist ku Nazik 2 salan derxin derveyî Sûriyê.

Piştî ku vegeriya cardin ew di bin çavdêriyê de hiştin.

Her dem rastî binpêkirina hat, ji ber vê yekê ji neçarê berê xwe da Rojhilatê Urdinê, li wir daxwaza doz û azadiya welatê xwe di şoreşa erebî de dikir.

Piştî ku Nazik vegeriya welatê xwe dagirkeran lê feriz kirin ku dûrî karê siyasî bikeve.

Nazik El-Abid…Heya dawiya temenê xwe, li dijî dagirkeran têkoşîn kir

Di 1925’an de şoreşa Sûriyê ya mezin despêkir.

Nazik yek ji wan şoreşgerê wê bû, ku gelek çalakî pêk anî.

Sala 1948’an komeleyeke ji bo koçberên Filistînê ava kir.

Beşdarî kovara bi navê Arûs wate Bûk û Kovara Hais bû ku piraniya tiştê dinîvisandin li ser azadiya jinê bû.

Di temenê xwe yê 72 salî de, sala 1959’an de jiyana xwe ji dest da.

Tekoşîna wê heta niha mohra xwe di dîroka Sûriyê de xistiye.

Back to top button