Roja yekemîn a komxebatê li Reqayê bi dawî bû

​​​​​Xebatên roja yekemîn a Kongreya Hêz û Kesayetên Nîştimanî ya Sûriyê ku li Reqayê pêk tê bi dawî bû.

Komxebata şêwirê ya li Reqayê doh bi beşdarbûna 50 kesayetên nîştimanî, nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl dest pê kir.

Di komxebatê de Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed axivî û got:

“Ger em li ser pêşeroja Sûriyê ya nû li hev bikin em dikarin çarenûsa xwe diyar bikin.”

Piştre endama Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demorkatîk Elî Rehmûn jî mijara duyemîn a li ser nasnameya nîştimanî xwend.

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gabrîêl Şamûn jî balkişand li ser nasnameya nîştîmanî û got:

Divê mafên rewa yên her pêkhateyekê di destûrê de werin misogerkirin.

Divê taybetmendiyên her pêkhateyek sûrî were parastin, ev yek dê pevguhstina çandên pêkhateyan xurt bike.

Wê komxebat îro jî berdewam bike.

Komxebata şêwirê bi amadebûna 50 delegeyên Sûrî li Reqayê tê li dar xistin

Back to top button