Artêşa Tirk gundewarê Til Temir topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê rojane didome.
Artêşa dagirkere doh careke din dîsa gundewarê Til Temirê topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh gundê Til Tewîl ê Aşûryan ku dikeve rojavayê navenda navçeya Til Temirê topbaran kir.

Hêzên dagirker hemwextî êrişa li ser gundê Til Tewil, bi obusan êrişî gundê Dirdara ku ew jî girêdayî Til Temire kirin.

Back to top button