Xelkê Hesekê piştgirî dan operasyona ”Mirovî û Ewlehiyê”

Şêniyên taxa Xiwêran a Hesekê û rûspiyekî eşîra El Lehîb piştgirî dan Pêngava Mirovî û Ewlehiyê. 

Rûspiyê eşîra El Lehîb a Ereban ya li Hesekê Ehmed Hisên anî ziman ku ev operasyon wê me ji terorê xilas bike.

Hisên bang li hêzên navneteweyî kir ku bi çavdêriya Rêveberiya Xweser dadgeheke navneteweyî ava bike da ku DAIŞ darizînin.

Welatiya bi navê Intîsar El Enaz a ji taxa Xiwêran jî operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ silav kir û ev tişt anî ziman:

”Ev operasyon xwedî bandoreke erênî ye, ji ber ku şaneyên veşartî yên li kampê eşkere dike.”

Welatiya bi navê Betûl El Xelef jî bang li xelkê kir ku li dijî planên DAIŞ’ê bi hêza xwe re bin û bi wan re bibin alîkar.

Back to top button