Di hedefkirina kerwanekî leşkerî ya dewleta Tirk li ser rêya M4 li Rojavayê Idlibê, 2 leşker hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku îro danê nîvro kerwaneke leşkerî ya artêşa Tirk li ser riya M4 ya navbera Laziqiyê û Helebê li Rojavayê Idlibê bi 2 maynan hat hedefkirin.
Di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û jimark jî birîndar bûn.