Gerîlla bi rêbazên tîmên gerok, li hêzên artêşa Tirk dan. Li gorî daneyên HPG’ê, di çalakiyên dawî de 5 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a li hemberî çalakiyên gerîlla bê çare maye, bi balafir û helîkopteran êrişî çiyayên Kurdistanê dike.
Navendê diyar kir ku gerîlla bi rêbaza tîmên gerok bersivê didin êrişên dewleta Tirk û têkildarî çalakiyên dawî, ev agahî dan raya giştî: Li Herêma Zapê, 22’ê Hezîranê hêzên artêşa Tirk ên li qada Kokerê di nava tevgerê de bûn, ketin bin kontrola gerîlla.
Tîmên gerok bi bombeyan bi ser çeperên hêzên dagirker de girtin.
Di encamê de 4 leşker hatin kuştin.
Heman rojê li Girê Şehîd Çekdar ê Metînayê jî di çalakiya sekvaniyê ya gerîlla de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 22 Nîsanê artêşa Tirk,
2 caran bi helîkopteran, 11 caran bi balafirên şer û 17 caran jî bi teqemeniyan êrişî qadên gerîlla kirine.



