Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Endamê me yê ji Tebqayê Ehmed Dîkan El-Sahî dema li ser erka xwe ya parastinê bû di 20’ê Hizêranê de gihaşt asta şehadetê.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd Ehmed re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê Ehmed Dîkan El-Sahî, 6’ê Hezîrana 2022’an de li Tebqa şehîd bû.