YNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî bersiva serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da û got;
“Xakfiroş ewin ên zêdetirî sed baragehên leşkerên Tirkiyeyê anîne sînorên parêzgeha Hewlêr û Dihokê.”
Malbenda 3 ya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistan (YNK) ya Hewlêrê bi daxuyaniyekê bersiva Mesrûr Barzanî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Xakfiroş ewin ên zêdetirî sed baragehên leşkerên Tirkiyeyê anîne sînorên parêzgeha Hewlêr û Dihokê.
Xakfiroşî ewe ku rê ji bo şehîdxistina welatiyan xweş dikin û daristan û jîngeha Kurdistanê wêran dikin.
YNK daxuyanî û helwesta Mesrûr Barzanî bi bîr xist û diyar kir ev yek Herêma Başûrê Kurdistanê ber bi tunelek tarî ve dibe.
Di dewama daxuyaniyê de YNK got:
”Ya ku niha li Herêma Kurdistanê rû dide, binpêkirina hemû pîvanên siyasi ne.”
Hêjayê gotinê ye di 16’ê Nîsanê de serokwezîrê Herêma Başûr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê tevlî fitarê bibû û gotibû;
“Em ti carî nikarin bibin hevkarê xiyanet, gendelî, teror, tirsandin, wêrankirin û bikaranîna xelkê ya ji bo berjewendiyên xwe.”