HPG’ê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker berxwedanê 12 caran bi helîkopterên êrişê, 36 caran jî bi çekên giran bombe kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker agahî parve kir û wiha got:
“Li herêma Zapê;
17’ê Nîsanê sate di navbera 04:00 û 07:00 de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bir ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî.
Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin neçar man bersivê bidin û di encamê de jî şer qewimî.
17 û 18’ê Nîsanê jî çeperên me yên li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê 12 caran bi helîkopterên êrîşê, 36 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”