Pervîn Bûldan: Desthilatdariya Erdogan nema dikare welat birêve bibe

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku bi têkçûna Garê re AKP’ê bertekên mezin ji civakê girtiye û baweriya pê nemaye.
Pervîn Bûldan got: “Bi vê hêrsê êrişî partiye me dikin. Çi dikin bila bikin HDP wisa bi hêsan nikare bê daqurtandin.”
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku desthilatdarî ji bo ser têkçûna Garê bigire, êrîşî jinan dike.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di serdana xwe ya bi partiyên muxalîf re derbarê encama êrîşa li ser Garê û têkçûyî na desthilatdariyê axivî.

Pervîn Bûldan diyar kir ku bi şer û bombeyan pirsgirêk çareser nabe û got:

“Kesên ji vê rêbazê bawer kirin niha nemane. Vê ferasete tim winda kiriye. Bi operasyona Garê re AKP’ê bertekên mezin ji civakê girtiye û baweriya pê nemaye.

Desthilata Erdogan nema dikare welat bi rê ve bibe. Di hilbijartineke destpêkê de wê gelên Tirkiyeyê bersiva pêwîst bidin AKP’ê.

Bi vê hêrsê êrişî partiye me dikin. Çi dikin bila bikin HDP wisa bi hêsan nikare bê daqurtandin.”

Ayşe Başaran: Ji bo ser têkçûna Garê bigirin, êrîşî jinan dikin

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, derbarê êrîşên li ser endamên HDP’ê civîneke çapemeniyê li darxist.

Ayşe diyar kir ku desthilatdarî ji bo ser têkçûna Garê bigire, jinan dike armanc.

Ayşe anî ziman ku ji bo ku ser şaşî, qelsî û têkçûnên xwe bigirin êrîşî mûxalefet, partiya me û jinan kirin.

Ayşe diyar kir ku desthilatdarî ji dema ku siyaseta şer daye destpêkirin, heta îro her dem êrîşî jinan kiriye û dibêje stûyê xwe xwar bikin’.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê teqez kir ku wê jin ti carî dev ji têkoşînê bernedin.

Ayşe Acar Başaran ji Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkiyê re got: Me gelekên wekî te dît, ew jî bi ser neketin û tu yê jî bi ser nekevî.

Back to top button