“Em ê li ber xwe bidin û sîstema xwe misoger bikin”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn li ser mijara êrîşên Tirkiyê re axivî û got:
“Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin û sîstema xwe misoger bikin.”

Mihemed Şahîn diyar kir ku rejîma AKP-MHP’ê ji her alî ve êrîşan dike û got:

“Bi van êrîşan dixwaze xewn û xeyala xwe yên Osmaniya Nû pêk bîne.”

Mihemed Şahîn AKP weke ‘Sîwana parastinê ya terorê’ pênase kir.

“Ji bo parastina terorê, ji bo parastina DAIŞ, AKP bûye sîwana esasî.”

Mihemed Şahîn biryara Rêveberiya Xweser a ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê bi bîr xist.

Şahîn destnîşan kir ku ev yek bi zora Erdogan çûye, lewma êrîş giran kiriye.

Mihemed Şahîn dawiya nirxandinên xwe ev peyam da:

“AKP êdî di kêliya dawî de ye.

Gelê Kurd êdî naxape.

Em ê bi hemû neteweyan li ser rêya berxwedanê bin û sîstema xwe misoger bikin.”

Back to top button