Ji nava Kîevê dengê teqînan

Îro careke din li nava paytexta Ukrayna Kîevê, dengê teqînan bilind bû.
Di demekî ku şerê li Ukrayna dewam dike de, pevguhertina girtiyan jî pêk hat.
Di navbera Rûsya û Ukrayna de 218 girtî pev hatin guhertin.
Ev yek weke pevguhertina herî mezin ya navbera aliyan de pêk hat.

8 meh ji şerê li Ukraynayê li ber tejîbûnê ye.

Êrişa ku Rûsya 24’ê Sibatê li dijî Kîevê dayî despêkirin, veguheriye şerê bi çekên giran.

Di vî şerî de ji aliyan bi hezaran leşker hatine kuştin û birîndar bûne.

Rûsya binesaziya Kîevê kir armanc

Êrîşên hewayî yên Rûsyayê li ser bajarên cuda yên Ukraynayê îro jî dewam kirin.

Hat ragihandin ku paytext Kîev, Xarkiv, Dnîpropetrovsk û Mikolayiv jî di nav de gelek herêm bûne armanca êrîşên roket û balafirên bêmirov.

Rûsyayê di êrîşan de tesîseke enerjiyê ya li paytext Kîevê jî xistiye.

Alîkarê Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Kirîlo Tîmoşenko ragihand ku li nêzî çemê Dnipro (Dnieper) li santrala elektrîkê 3 êrîşên hewayî pêk hatine.

Şaredarê Kîevê Vitali Klichko jî diyar kir ku di êrîşan de binesaziya krîtîk hatiye armanckirin.

Tîmoşenko her wiha got, du tesîsên cuda yên enerjiyê yên li bajarê Dnipro jî hatine derbkirin û tesîsên navborî di êrîşê de “xisareke mezin” dîtine.

Her wiha hat diyarkirin ku li bajarê Jitomir ê li rojavayê Kîevê tesîseke binesaziyê hatiye xistin.

Rûsya doh jî di êrişên li ser Kîevê de 3 herêm kiribûn armanc.

Hikûmeta Ukraynayê ragihand ku piştî êrîşan li sedan bajar û gundan elektrîk qut bûye.

Rûsyayê duh bi balafirên bêmirov li paytexta Ukraynayê Kîevê xistibû.

Rayedarên Ukraynayê îdia dikin ku di êrîşan de dronên kamikaze yên Îranê hatine bikaranîn.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku di êrîşan de 4 kes hatine kuştin.

Ukrayna-Rûsya 218 girtî pevguhertin

Lê tevî vê yekê pevguhertina dîlan jî pêk tê.

Yek ji mezintirîn pevguhertina girtiyan di navbera Rûsya û Ukraynayê de ji 28’ê Sibatê ve pêk hat.

Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andrey Yermak li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan a bi Rûsyayê re 108 jinên Ukraynayî ji aliyê Rûsyayê ve hatin berdan.

Yermak got, “Îro pevguherîneke mezin a girtiyan pêk hat.

Me 108 jinên ku bi taybetî ji bo me taybet bûn, ji dîlgirtinê rizgar kirin.

Ev yekemîn pevguhertina hemû jinan bû.” yên mayî leşker bûn.

Li pêşberî vê hêzên Ukrana jî 110 girtiyên Rûsya yên hêzên deryayî serbest berdan.

Back to top button