“Jin, Jiyan Azadî”

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hêza jinê ji her demê zêdetir tê xuyakirin.
Xwepêşandanên bo Jîna Emînî despê kirî, li welat dewam dikin.
Hêrsa xwepêşandêran piştî mehek ji çalakiyan hîna zêdetir bû.
Xwepêşanderan agir berdan wêneyên Xameneynî û baregehên rêxistina Besîc hatin şewitandin.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadî û dijî kuştina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî duh di roja 31’an de dewam kirin.

Mehek bi ser serhildan û xwepêşandana re derbas bû, tevî hemû kuştin û girtinan, gel li qadane.

Duh li Sine, Pîranşar, Mahabad, Merîwan, Îlam, Awdanan, Kirmaşan û gelek bajarên din gel daket qadan û xwepêşandan lidarxistin.

Li Sineyê xwendekarên jin ên ciwan laçikên xwe ji serê xwe kirin û meşiyan.

Xwendekan bê navbera dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ gotin.

Li Awdanan ya ser bi parêzgeha Îlamê jî navendek Besîc hate şewitandin.

Li bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî ciwanan agir pêxistin û daketin kolanan.

Li Îranê xwepêşandêr hêrsa xwe nîşan dan

Li seranserê Îranê jî duh bi şev çalakî û xwepêşandanan hebûn.

Li bajarê Meşhed, Yezid, Bender Ebas, Zencan, Reşt, Erdebîl û gelek bajarên din jî gel daketin kolanan û çalakî lidarxistin.

Wêneyên Xameyenî û navendên Basîc hatin şewitandin

Li Meşhedê baregehek Besîc, li Zencanîş wêneyek mezin yê rêberê dewleta Îranê Elî Xamneyî hate şewitandin.

Duh di dîmenên hatine parvekirin de derket holê ku xwendekarên jin ên ciwan laçikên xwe ji serê xwe dikirin û bê navber dirûşemeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dibêjin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê heta niha herî kêm 201 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Back to top button