NY: Li Îranê binpêkirina mafê zarokan heye

Di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, hêzên rejîmê bi awayekî hovane êrişî xwepêşandêran dikin.
Komîteya Mafên Zarokan a NY diyar kir ku li Îranê li dijî zarokan binpêkirinên mafan ên giran tê kirin û daxwaza lêpirsîneke serbixwe û bêalî kir.
YE jî ji ber zextên li ser xwepêşandêran cezayên nû li kes û saziyên Îranê birî.

Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji xwepêşandanên 16’ê Îlonê ve ku dest pê kirine heta niha herî kêm 23 zarok ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Tevî vê bi sedan birîndar bûne û hatine binçavkirin û êşkencekirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di 14’ê Cotmehê de herî kêm 23 zarok hatine kuştin.

Komîta Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyeke nivîskî de bal kişand ser binpêkirinên cidî yên mafên zarokan li Îranê û got;

Divê ji aliyê dezgehên şareza, serbixwe û bêalî ve bi hûrgilî bên lêkolînkirin.

Komîteyê binpêkirinên giran ên mafan li Îranê ku di çarçoveya çalakiyên aştiyane de pêk hatine, şermezar kir.

Li gorî “agahiyên pêbawer” komîteyê diyar kir ku hin zarok bi guleyên rastî hatine kuştin, hin jî bi lêdanê mirine.

Komîteyê daxuyakirin ku “tevî xemgîniya windakirina zarokan, gelek malbat neçar tên hiştin ku, bibêjin zarokên wan xwe kuştiye û îtirafên derewîn bikin da ku hêzên dewletê beraet bikin.”

Komîteya ku ji 18 pisporên serbixwe pêk tên, bang li rayedarên Îranê kirin ku, dawî li van binpêkirinên mafên zarokan bînin.

Li gorî rêxistinên maf yên mirovî yên Îranê, hejmara zarokên hatine kuştin zêde bûye.

Rêxistina mafê mirovan a ku navenda wê li Osloyê ye, ragihand ku herî kêm 27 zarok hatine kuştin.

Ji ye bo Tehranê cezayên nû

Nûnerê Bilind ê Peywendiyên Derve yê YE û Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell piştî Civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyaniyek da û got:

11 kes û 4 saziyên Îranê li lîsteya cezayan hatine zêdekirin.

Borrell sedema vê yekê jî zextên li ser xwepêşandanên li Îranê bo Jîna Emînî pêk tên nîşan da.

Ji parêzerên Parîsê piştevaniya bo çalakiyên jîna emînî

Di vê navberê de doh parêzerên Fransî yên li paytext Parîsê bi çalakiyê piştevaniya xwe ya ji bo xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nîşan dan.

Back to top button