Li Diyalaya Iraqê 2 teqînên hemwext, 3 jin û polîsek mirin-HAT NÛKIRIN

Li parêzgeha Diyala ya Iraqê, 2 teqîn pêk hatin, di encamê de 3 jin hatin kuştin.

Li gorî Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya girêdayî hikûmeta Iraqê, li naçveya El-Ebara ya parêzgeha Diyalayê mayînek bi wesayîteke sivîl de teqiya.

Di encama teqînê de, 3 jinên ku di wesayîtê de bûn hatin kuştin.

Piştî hêzên ewlehiyê tên cihê teqînê, di encama teqîna mayîneke din jî hejmarek polîs birîndar bûn.

Li gorî Saziya Tenduristiyê ya Diyalayê di encama herdu teqînan de 3 jin û polîsek hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Di destpêka sala 2020’an de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê zêde bûne.

 

Back to top button