Li Mexmûra Başûrê Kurdistanê mayînek bi leşkerên Iraqê ve teqiya, di encmaê de 2 leşkerên Iraqê mirin.
Li gorî şaneya îstîxbaratî ya Iraqê, li herêma Guwêra ya girêdayî Mexmûrê, di dema derbasbûna karwanek leşkerên Iraqê, mayînek teqiya.
Di encama teqînê de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Li gorî şaneya îstîxbaratî ya Iraqê, hêzên wan di lêgerîna çeteyên DAIŞ’ê de bûn.
Hat ragihandin ku di operasyonên dijî çeteyên DAIŞ’ê de, 2 DAIŞ’î li bajarê Musilê û 4 jî li Enbarê hatine girtin.