Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT bi berpirsyariya xwe rabe

Piştî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê rapora serdana xwe ya 2019’an li Îmralî eşkere kir, metirsiyên li ser rewşa jiyana Rêber Ocalan û girtiyên li gravê zêdetir bû.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku rapora CPT têrker nîne û di serî de CPT bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê bikevin nava hewldanan û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê têkildarî serdaneke 2019’an ya li Îmraliyê, raporek belav kir.

CPT di rapora xwe de, ragihand ku wan bi girtiyên li Îmraliyê hemûyan re hevdîtin kiriye û ji sala 2016’an û pê ve li girtîgehê ti “başbûn û pêşketin” tune ne.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriyê ji Rêber Ocalan re dike têkildarî rapora CPT daxuyaniyek weşand.

Buroyê rapor bi girîngî binav kir û wiha got:

“Rapor di mijara gelek pêkanînan de daneyên cidî pêşkêş dike. Di rapora CPT de binpêkirina qedexeya êşkenceyê hate bibîrxistin û hate gotin, ev yek ji aliyê pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ve weke rewşeke nayê qebûlkirin hate destnîşankirin.

Di dewama raporê de CPT diyar kir ku rapor bi erêkirina dewleta endam hatiye parvekirin.

Tevî ku eşkerekirina raporên CPT bi erêkirina dewletan ve girêdayî ye jî divê neyê jibîrkirin ku CPT ne saziya hiqûqa dewletan e, CPT saziya hiqûqa mafên mirovan e.

Wezîfeyeke yekane ya CPT heye, ew jî pêşîgirtina li êşkenceyê ya li nava Sîstema Hiqûqê ya Ewropayê ye.

Li gel vê yekê, CPT 21 sal in her carê qala Rejîma Înfazê ya Girankirî û kiryarên wê yên bêhiqûqî dike, lê mixabin tenê rica û libergerandinê weke çareseriyê dibîne.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di serî de CPT bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê hîn bêhtir bikevin nava hewldanan û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Back to top button