Hêvîn Xabûr: Em zarok in mafê me jî heye ku em li mal û dibistanê bixwînin

Hêvîn Xabûr keçeke Êzidî 13 salî ye. Ew jî mîna bi deh hezaran koçberên Serê Kanî û Girê Spî koçber bûye. Hêvîna biçûk bi dengê xwe yê zelal û xweş li ser fermana Şengalê stranek nivîsand û ji zarokên Kampa Waşokanî re her dibêje.

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa 2014’an de êrîşek hovane li ser bajarê Şengalê ê Başûrê Kurdistanê kirin.

Di encama van êrîşan de bi hezaran Kurdên Êzîdî hatin kuştin.

Di heman demê de di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk bi rûyê xwe yê eşkere bi çekên giran û qedexekirî êrîşî sivîlên Serêkaniyê û Girê Spî kir.

Di encama van êrişan de, 350 hezar kes ji cih û warê xwe koçber bûn.

Havîn Xabûr a 13 salî jî keçeke êzidî ya ji sere Kaniyê koçber bûye û niha li kampa waşokanî dimîne.

Hêvînê teqez kir ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Serê kaniyê û Girê Spî dewama fermana li Şengalê bû û wiha got;

“Li Şengalê dewleta tirk xwest Kurdên Êzidî bi destên çeteyên DAIŞ’ê qir bike.

Piştî ku DAIŞ jî hate tunekirin dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir.

Hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk yek e.

Hêvî û xeyalên me yên zaroktiyê ji me stendin û em neçarî koçberiyê kirin.”

Hêvîn ji bo şahadeta mam Zekî, Serêkaniyê û Grê Spî stranek çêkiriye û di nava kampê de dibêje.

Navê strana wê “Serêkaniyê Şêrîn e wek Şengala min nîne”. Di nava stranê de behsa rastiya ku em tê de dijîn û têkoşîna gel dike.

Hêvîn Xabûr: Em dikin gazî û hewar lê kesek dengê me nabihîse

Hêvîn Xabûr di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku rê li ber êrişên dewleta tirk bigirin û got:

“Em çiqas gazî û qêrîn dikin kes dengê me nabihîse.

Em jî zarok in mafê me heye ku em li mal û dibistanê xwe biwxînin, ka mafê mirovan ?.”

Back to top button