Şêniyên bajarê Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Kerem li goristana Şehîd Sêvdar oxirkirin.
Şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Kerem li bajarokê Hews dema ku bi erka xwe radibû.
Bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Kerem bi merasîmekê li goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdat ê spartin axê.
Di merasîmê de axaftin ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê hate kirin..
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku şaneyên ku dewletên derve kirine ajande, niha di nav destên hêzên wan de ne û ew ê tola şehîd Mihemed û hemû şehîdan rakirin.
Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.
Şehîd Mihemed di nava tilîlî û diruşmeyan hat oxirkrin.