Osman Sêdarî: Kurd yekîtiyê dixwazin ne şerê birkujiyê

Nerazîbûnên li dijî plana PDK’ê û dewleta Tirk a ji bo êrişkirina ser gerîla û Başûrê Kurdistanê berdewame.

Parlementerê YNK’ê Osman Sêderî û Serokê Komeleya Pêşmergeyan Cemîl Hewramî diyar kir ku Kurd bi ti awayek şerê navxweyî qebûl nakin.

Li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re bertek zêde dibin.

Nemaze ji Başûrê Kurdistanê bixwe jî.

Der barê mijarê, Parlementerê YNK’ê yê Parlementoya Başûr Osman Sêderî ji Rojnews re nirxandin kir.

Osman Sêderî diyar kir ku gelê Kurd wê şerê navxweyî qebûl nekin û daxwaza yekîtiyê kir.

Parlementerê YNK’ê yê Parlementoya Başûr Osman Sêderî dawiyê de ev peyam da:

Cemîl Hewremanî: Bêdengiya PDK’ê tê wateya hevkariyê

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hewramî jî der barê mijarê de axivî.

Cemîl Hewramî bêdengiya Iraq û Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriy Tirkiyê rexne kir û got:

”Bêdengiya PDK li hemberî êrişên Tirkiyê tê wateya hevkariyê.

Heta niha Başûrê Kurdistanê der barê destdirêjiya dewleta Tirk de ti daxuyanî nedaye.”

Dawiyê Cemîl Hewramî teqez kir ku ew şerê navxweyî red dikin, ji ber ku ya tê kirin komplo ye û li dijî Kurdan e.

Back to top button