Di xwepêşandanên li Sûdanê de 10 kes hatin kuştin 140 jî birîndar bûn

Li parzemîna Afrîka ji 1955’an ve, 210 caran darbe yan jî hewildana darbeyê pêk hatiye.
Hinek ji van biserketin û hinek jî ne gihiştin armanca xwe.
Herî dawî li Sûdanê careke din darbe pêkhat.
Artêşa ku darbe pêk anî li nava welat rewşa awerte ragihand.
Di xwepêşandanên li dijî darbeyê de, 10 kes hatin kuştin û 140 jî birîndar bûn.
Li ser paytext Xertûmê dûmanên reş bilind dibin.
Wezareta Parastinê ya Amrîka Pentagonê jî ragihand ku ew ji rewşa li welat bifikarin.

Li dijî darbekaran li Sûdanê kolan ji xwepêşandêran tejî bûne.

Sûdaniyên ji rejîma 30 salî ya Omer El Beşîr xelas bûyîn, li dijî artêşê helwesta xwe nîşan didin.

Doh li Sûdanê artêşê bi girtina hinek berpirsan, darbe pêk anîbûn.

Li welatê ku jimara xwe 40 milyon nifûse, alozî zêde bûye.

Xwepêşandêrên daketina qadan jî bûn hedefa leşkeran.

Di encama şer û pevçûnan de, 10 kes hatin kuştin û 140 jî birîndar bûn.

Ajansa Reutersê ev agahiyên xwe spart çavkaniyek xwe yê ji rêveberiya tenduristiyê.

Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li paytext Xertûmê, doman ji ser bajar radibe.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA, Yekitiya Ewropa YE û Neteweyên Yekbûyî derbe şermezar kirin.

Li seranserê welat elektrîk û înternet hatiye qutkirin.

Ev yek jî bû sedema ku têkildarî rewşa li welat agahî direng werin parvekirin.

Her wiha leşkeran avêtin ser navenda radyo û televîzyonê û gelek xebatkar binçav kirin.

Xwepêşanderan kuçe û kolanên li paytext Xartûmê girtin.

Burhan: Heta 2023’an wê artêş welat birêve bibe

Doh Serokê Meclisa Serweriya Sûdanê Abdulfettah Burhan bi rêya televizyonê daxuyaniyek da.

Burhan rewşa awerte ragihand û erkê Meclisa Serweriyê û Desteya Wezîran betalkir.

Burhan ragihand ku heta 2023 wê rêveberiya welat di destê artêşê de be.

Pengaton: Em ji darbeya leşkerî ya li sûdanê Bifikarin

Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) jî li ser darbeyê nerehetiya xwe anî ziman.

Berdevkê Pentagonê John Kirby di daxuyaniya çapemeniyê de li ser mijarê axivî û got:

Em ji hewla derbeya leşkerî ya li dijî hikumeta demkî ya Sûdanê bifikarin.

Li parzemîna Afrîka ji 1955’an ve, 210 caran darbe yan jî hewildana darbeyê pêk hatiye.

Back to top button