Siyasetmedarên Sûrî hişyarî dan xwepêşandarên Siwêdayê

Siyasetmedarên Sûriyeyî destnîşan kirin ku xwepêşandanên li Siwêdayê bi sedema zexta hikumeta Şamê ya li ser gel e.
Her wekî bang li şêniyên Siwêdayê kir ku rê nedin destwerdanên hêzên rojavayî.
Ji ber dixwazin armanca xwepêşandanan li gor berjewendiyên xwe biguherin.

Ji zêdetirî 40 rojan de, şêniyên Siwêdayê xwepêşandanên xwe li qada Keramê ya bajêr didomînin.

Xwepêşandan ji 17’ê Tebaxa borî de gurtir bûne.

Siyasetmedarên sûriyeyî jî destnîşan dikin ku xwepêşandanên li Siwêdayê bi sedema zexta hikumeta Şamê ya li ser gel e.

Kamîran Kenco: Ev xwepêşandan encama êşa gelê Sûriyeye

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Kamîran Kenco axivî û got:

“Ev xwepêşandan encama êşa ku gelê Sûriyeyê ji ber kiryarên rejîma Sûriyeyê kişandiye.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heman êş dema rejîma Sûriyeyê li herêmên wan bûn, kişandiye.”

Kenco bang li gelê Siwêdayê kir ku xwepêşandanên xwe dûrî çekan bikin .

Her wekî banga daxwazên adil bikin ku azadiya gelê Sûriyeyê pêk tîne û mafên wî bi dest dixe, bikin.

Ehmed El Durzî: Xwepêşandanên Swêdayê daxwazên gelin

Her wiha, lêkoler û siyasetmedar Ehmed El Durzî jî bi heman armancê axivî .

Ehmed El Durzî destnîşan kir ku xwepêşandanên Siwêdayê daxwazên gel in û ji mafê gel e .

Destwerdanên derve wek Fransa û Urdun di xwepêşandanan de hene, bi armanca ku rewş aloztir bibe.

El Durzî bang li şêniyan kir ku ji van destwerdanan hişyar bin .

Ji ber ku ew dixwazin armanca xwepêşandanan li gor berjewendiyên xwe biguherin.

Daxwaza xwepêşanderan pêkanîna biryara 2254 ye

Xwepêşandan banga pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254 û çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyeyê û çûyîna Esed, tê kirin.

Berê daxwaza piraniya xwepêşandanan ji bo pêşxistina rewşa jiyanî ya herêmê bû.

Lê belê buhakirina sotemeniyê dhişt şênî ji bêdengiya xwe ya li hember kiryarên hikumeta Şamê derkevin.

ji sedî 90 gelê Sûriyeyê di bin xeta hejariyê de ye.

Back to top button