Li Şirnex, Riha û geliyê Zapê agirê Newrozê hat vêxistin û pîrozbahî hat lidarxistin

Pîrozbahiyên Newrozê li seranserî Bakurê Kurdistanê didomin. Agirê pêşîn ê Newroza 2022’an li Elkêya Şirnexê hate pêxistin. Di axaftinên li vê derê de hat gotin, “Dem dema serkeftinê û dema azadbûna Rêber Ocalan e.” Li Riha û Geliyê Zapê jî agirê Newrozê hat vêxistin û pîrozbahî hate lidarxistin.

Pîrozbahiyên Cejna Newrozê li seranserî Bakurê Kurdistanê bi coş û heyecaneke mezin dewam dikin.

Pîrozbahiyên îsal li Bakurê welat bi dirûşma “Dem Dema Serkeftinê Ye” tê lidarxistin.

Komîteya Amadekar a Newroza li Bakurê Kurdistanê yekemîn starta pîrozbahiyê li navçeya Elkê ya Şirnexê da.

Di pîrozbahyê de gelek siyasetmedar, parlementer û Çalakvanên KCD, HDP û TJA’yê amade bûn, her wiha ji Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Colemêrgê jî gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de gelek kes axivîn û hate diyar kirin ku wê ev sal bibe sala azadiya Rêber Ocalan û azadiya gelê Kurd.

Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê hilkirin û tevî serma û barîna berfê bi sedan kes li dora agirê Newrozê govend gerandin.

Şandeya siyasetmedaran ku li navçeya Êlkê agirê Newrozê vêxistin li Geliyê Zapê jî ku ji 23’ê Nîsana 2021’an ve êrişên dewleta Tirk li wir didomin, agirê Newrozê vêxistin.

Şandeya siyasetmedaran piştî ku agir vêxistin kêliyek dirêj stran gotin û govend gerandin.

Her wiha HDP’a Rihayê li kêleka Keleha Rihayê agirê Newrozê vêxist û Newroz pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de, dirûşmeyên “Bijî Newroz” , “Newroz pîroz be” hatin berzkirin.

Piştî pîrozbahiya ji bo Newroza ku wê bi awayekî girseyî di 20’ê Adarê de were pîrozkirin, belavok hatin belavkirin.

 

Back to top button